Li Germiyanê şivanek di teqîna mînekê de canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Elî Mîr ê li devera Germiyanê di encama teqîna mînekê de, şivanekî genc canê xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsa Germiyanê Elî Cemal Qedorî di konferansekî rojnamevanî de ragihand, şivanekî 17 salî yê ji netewa Ereb dema pez diçêrand, mîn pê de teqiya û di endamê de canê xwe ji dest da.

Qedorî bal kişande ser wê yekê, gundê Mîr Elî li ser sînorê Herêma Kurdistanê ye û dibe ku mîna ku hatiye teqandin ji serdema rejîma Beis be.