20 koçber li beyabana Lîbyayê ji tîbûnê canê xwe ji dest dan

Beyabana Lîbyayê
Beyabana Lîbyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku li beyabana Lîbyayê li nêzî sînorê Çadê winda bûbûn, 20 koçber ji tîbûnê canê xwe ji dest dan.

Ajokarekî kamyonekê ku di beyabanê Lîbyayê dor 320 km başûrê rojavayê Kufra û 120 km dûrî sînorê Chad re derbas dibû, termê 20 koçberan dîtin.

Rêveberê Rêveberiya Peresteriyê ya Kufrayê Îbrahîm Belhesen got, ew bawer dike ku ev kes nêzîkî 14 roj berê li beyabanê canê xwe ji dest dabin, ji ber ku dawî pêwendî bi telefona yek ji wan kesan hatibû kirin, di roja 13ê Hezîranê de bû.

Belhesen destnîşan kir, du Lîbyayî di nav qurbaniyan de hene û tê bawer kirin ku termên din jî yên koçberên ji Çadê bin û bi qaçaxî derbasî Lîbyayê bûbin.

Lîbya ji bo koçberên ku dixwazin bi rêyên metirsîdar ên beyaban û Deryaya Sipî xwe bigihînin Ewropayê, bûye xaleke sereke ya derketinê.