Hêmin Hewramî: Eger hilbijartin were paşxistin jî bila demeke kêm be

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, eger hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were paşxistin jî, bila demeke kêm be.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, eger hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were paşxistin jî, bila demeke kêm be.

Hêmin Hewramî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Komîsyona hilbijartinan her carê dibêje, şêweyekî standard ji bo amadekariyên hilbijartinê heye, herî kêm pêwîstî bi şeş mehan heye, lê belê em hemû hewl didin aliyên siyasî li hev bikin, eger hilbijartin ji dema xwe ya diyarkirî were paşxistin jî, bila demeke kêm a çend mehan be.”

Biryar bû 1/10/2022yan hilbijartin ji bo xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe, lê belê ji ber yasaya Komîsyona Hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê, tê pêşbînîkirin ku dema birêveçûna hilbijartinan were paşxistin.