MÎTê kuştina berpirseke bilind a PKK’ê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – MÎTa Tirkiyê kuştina berpirseke bilind a PKK’ê li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistnê ragihand.

Dezgeha Hewalgiryê ya Tirkiyê ragihand, di operasyonekê de li Çiyayê Garê endama Civata Serbazî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîniyên Jina Azad a (YJA-STAR) Xanim Demîr a bi nasnavê Berfîn Nurhaq hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku Demîr di nav plansaziya gelek çalakiyên li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de cih girtiye, di sala 2014’an de weke berpirsa YJA-STAR’ê derbasî Şingalê bûye û di sala 2017’an de bûye endama Meclîsa PAJK'ê ya rêxistina jinan.

Her wiha hat zanîn ku Demîr di sala 2019’an de bûye endama Desteya Rêveber a YJA-STAR’ê û di sala 2021ê de bûye berpirsa Akademiyên Apollo ku tê de perwerdeya bîrdozî û çekdarî tên dayîn.