Li Efrînê bombeyek bi otomobîlekê de teqiya

Teqîna li Efrînê
Teqîna li Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê bombeyek bi otomobîla diktorekî de hate teqandin, di encamê de jî kesek birîndar bû.  

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva borî bombeyek ku di binê otomobîla Dr. Nîdal Misto de hatibû danîn teqiya, di encamê de jî kesek birîndar bû.

Da zanîn jî, Dr. Nîdal Miste ji gundê Maratê ye û teqîn li pêş mala wî ya li pişt nexweşxaneya Cîhan a li ser rêya Raco rû dabû.

Wî jêderî got, di encama teqînê de kesek birîndar bû û hin ziyanên madî çêbûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.