Firokeyeke Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê kampa PKKê li Mexmûrê bombebaran dikin.
Li gor zanyariyên K24ê, maleke kampa Mexmûrê ji aliyê firokeyeke Tirkiyê ve hatiye armanckirin û ti ziyanên canî nebûne.
Li kampa Mexmûrê dora 12 hezar kes lê dimîne û piraniya wan alîgir û malbatên gerîlayên PKKê ne.
Berê jî gelek caran ew kamp ji aliyê firokeyên Tirkiyê hatiye bombebarankirin û ziyanên canî û madî di encamê de derketine.