Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Wezareta Pêşmerge û şandeke bilind a Wezareta Berevaniyê Iraqê li Mexmûrê civiyan.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Şandeke bilind a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Supasalarê Pêşmerge Lîwa Rukin Îsa Uzêrî û şandeke bilind a Wezareta Berevaniyê Iraqê bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarella li Mexmûrê civiyan.
Li gor zanyariyan, di civînê de guftûgo li ser hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê, avakirina lîwayên hevbeş, operasyonên hevbeş û çawaniya rûbirûbûna çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçoxê hatin kirin.
Di vê derbarê de Wezareta Pêşmerge piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, ev cure civînên di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de, ji bo hevkarî û hevahengiya zêdetir a di navbera her du aliyan de girîng in ji bo bi awayekî aktîv û bihêztir rûbirûyî metirsiyên teroristan bibin.
Her çend e heta niha lîwayên hevbeş li Mexmûrê nîne, lê jûreke hevbeş a hêza Pêşmerge û artêşa Iraqî lê wê deverê heye.