Mesrûr Barzanî: Pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendiya welatiyên Iraqê de ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 5ê Tîrmehê, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 5ê Tîrmehê, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û çareserkirina kêşeyên Herêmê û hikûmeta federal gotûbêj hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê her dem amade bûye ku kêşeyên ligel Bexdayê, li ser bingeha destûrê çareser bike, lê belê amade nîne ku di bin ti zext û rewşekê de dest ji mafên xwe yên destûrî berde.

Mesrûr Barzanî eşkere kiriye, pêşketina Herêma Kurdistanê, di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de ye û divê hikûmeta federal, hevkar û piştevanê pêşketina her navçeyeke Iraqê be, ne ku asteng û kêşe dirust bike.

Balyoza Amerîkayê tevî ku bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dost û hevpeymaneke bihêz a Amerîkayê ye, tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê kiriye.