Kompaniya Taqa ya Îmaratî ji Herêma Kurdistanê venakişe

"Em xebatên xwe yên li kêlgeha petrolê ya Etrûşê didomînin."

Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ji Kompaniya Taqa ya Îmaratî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand, wan stratejiya kompaniyê nirxandine û biryar dane ku pişkên xwe nefiroşin û ji Herêma Kurdistanê venekişin.

Heman çavkanî diyar kir, ew xebatên xwe yên li kêlgeha petrolê ya Etrûşê didomînin û tevî liberçavgirtina bingehên jîngehê, di sektora petrol û gazê de pêş dikevin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha Kompaniya Taqa ya Îmaratî ragihandibû ku ew pişkên xwe yên projeyên veberhênana petrolê ya li Herêma Kurdistanê difiroşin.