Koşka Spî: Biden piştgiriya firotina F-16 bo Tirkiyê dike

Duhî jî komek ji senatorên Amerîkayê ji bo egera firotina F-16 ji bo Tirkiyê, nameyeke nerazîbûnê ji Biden re şandin
Firokeyên F-16
Firokeyên F-16

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden piştgiriya pêşniyara firotina firokeyên F-16 ji bo Tirkiyê dike.

Berdevka Koşka Spî diyar kir, çend meh in mijara firotina F-16 ji bo Tirkiyê tê gotûbêjkirin, Biden jî piştgiriya vê pêşniyarê dike.

Serokê Amerîka Joe Biden 30’ê Hezîranê di konferansa rojnamevaniyê ya li lûkteya NATO’yê hatiye lidarxistin de û piştî ku Enqereyê vetoya xwe ya li dijî endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NATOyê rakir, gotibû divê firokeyên F-16 bifiroşin Tirkiyê û ji bo vê jî pêwîstî bi erêkirina Kongrresê heye.

Duhî jî komek ji senatorên Amerîkayê nameyeke nerazîbûnê ji Biden re şandin û rexne li egera firotina F-16 ji bo Tirkiyê girtin.

Firotina çekan bo Tirkiyê, piştî ku Enqerê sîstemên berevaniya mûşekî yên Rûsî S-400 bi dest xist, bû sedem ku Amerîka sizayan li ser wê bisepîne û Tirkiyê ji bernameya firokeyên şer ên F-35 dûr bixe.

Lê berî çend rojan Alîkara Wezîra Berevaniyê ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlekariya Navdewletî li Pentagonê Celeste Wallander di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, bihêzbûna karînên berevaniyê yên Tirkiyê dê, berevaniya NATOyê jî bihêz bike.