Kurdek dibe Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê

Nedîm Zehawî ji aliyê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ve wek Wezîrê Darayî hat destnîşankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Nedîm Zehawî ji bo herdu wezaretên Darayî û Tendiristî yên Brîtaniyayê destnîşan kir.

Duhê Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid dest ji kar vekişandin, piştre Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Nedîm Zehawî ji bo wan her du wezaretan destnîşan kir.

Nedîm Zehawî di sala 1967an de li Bexdayê di malbatek Kurd de jidayîk bûye û berî bibe Wezîrê Darayî, çend postên din ên bilind di hikûmeta Brîtanyayê de wergirtibûn.

Nedîm Zehawî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, dema ew hatiye Brîtanyayê, temenê wî 11 salî bû û bi Îngilîzî jî nedizanî, ji ber wê li ew li dibistanê rastî zehmetiyan dihat.