Komîsyona Amadekar rakirina parêzbendiya parlamenter Salîha Aydenîz qebûl kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê biryar da ku parêzbendiya Hevserok Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Diyarbekirê Salîha Aydenîz bê rakirin.

Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiyê ji Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê re şand.

Komîsyona Amadekar di dawiya lêkolîna xwe ya derbarê rakirina destnedanê de nêrîna xwe da û dê di 18’ê Tîrmehê de li Komîsyona Hevbeş bê nîqaşkirin.

Eger Komîteya Hevbeş di heman çarçoveyê de biryarê bide, dê dengdana dawî li Komîteya Giştî were kirin.

Salîha Aydenîz bi wê yekê tê tometbarkirin ku di çalakiya 12’ê Hezîranê ya li Stenbolê de li polîsekê daye. Li ser vê yekê daxwaza rakirina parêzbendiya wê hatibû kirin.

Duhî Salîha Aydenîz li Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê parastina xwe kiribû.