DBP: Rakirina parêzbendiya Aydenîz biryareke nehiquqî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şaxa Diyarbekir a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi civîneke çapemeniyê rakirina parêzbendiya Parlementera Diyarbekir Salîha Aydenîz hat şermezarkirin.

Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê biryar dabû ku parêzbendiya Hevserok Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Diyarbekirê Salîha Aydenîz bê rakirin û biryara rakirina parêzbendiyê ji Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê re şandibû.

Derbarê vê yekê de li Şaxa DBPê ya Diyarbekir bo şermezarkirina biryarê konferanseke rojnamevanî hat li darxistin û hat amajekirin rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz ne hiquqî ye û siyasî ye ku biryar di heman demê de li dijî vîna gel e jî.

Di konferanseke rojnamevanî de hat gotin ji ber ku di hilbijartinan de ser nakevin serî li van rêbazan didin.