Merasîma cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê birêve diçe

Di vê cejnê de jî daxwaz ji welatiyan tê kirin ku pabendî rênmayên taybet bi xweparastiya ji Korona û Taya Xwînberbûnê bin
Merasîma cejna Qurbanê li mizgefteke Hewlêrê - Wêne: Rêbaz Siyan
Merasîma cejna Qurbanê li mizgefteke Hewlêrê - Wêne: Rêbaz Siyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro merasîma roja yekem a cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê, Iraq û piraniya welatên cîhanê birêve diçe.

Her çend e di salên dawiyê de ji ber belavbûna pandemiya Koronayê û pabendbûna rênma û rêkarên tendirustiyêm welatiyan bi awayekî kêmtir beşdarî di merasîma çejnan de dikirin. Di vê cejnê de jî daxwaz ji welatiyan tê kirin ku pabendî rênmayên taybet bi xweparastiya ji nexweşiya Taya Xwînberbûnê bin, ji ber ew nexweş tê vegirtin.

Merasîma cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya di nimêja cejnê de dest pê tê kirin. Piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe. Di van salên dawiyê de jî ji ber belavbûna nexweşiyan, xelk zêdetir bi riya telefon û sosyak medyayê cejnê li hevdu pîroz dikin.

Hevdem jî, hêzên ewlehiyê, polîs û asayişê planên xwe yên taybet bo parastina rewşa ewlehiyê di rojên cejnê de danîne û kar li ser bicihkirina erkên xwe dikin.

Merasîma cejnê li mizgefteke Silêmaniyê