Ebdo Hebeş: Tirkiye êrîşî Til Rifetê bike dê metirsî li ser koçberên Efrînê dirust bibe

Ebdo Hebeş: PYD û grûpên çekdar rêgiriyê li vegera koçberên Efrînê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serperiştî û Şopandinê ya Kombûna Civaka Sivîl ya Efrînê Ebdo Hebeş radigîne, gefên Tirkiyê yên êrîşkirina ser Til Rifetê, metirsiyeke mezin li ser koçberên Efrînê dirust dike.

Ebdo Hebeş ji K24ê re ragihand, piştî gefên Tirkiyê yên pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser herêma Şehba û Til Rifetê, metirsiyeke mezin li ser koçberên Efrînê yên li wê herêmê dimînin dirust bûye û divê çareseriyek ji rewşa wan re bê dîtin.

Ebdo Hebeş got jî: “Me wek rêxistinên civaka sivîl bangewaziyek berî çend roja ji raya giştî re belav kir û tê de xwast ku divê rê bên dîtin ji bo ku koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin bi riyeke ewle vegerin Efrînê ser cih û warên xwe.”

Destnîşan kir jî, ew wek saziyên civaka sivîl, bang li rêxistinên navdewletî, Yekîtiya Ewropa, tevgera siyasî ya Kurdî, ENKS û opozîsyona dikin, da ku di pirsa vegera koçberên Efrînê de alîkar bin.

Ebdo Hebeş bal kişand ser wê yekê, piştî dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de û koçberbûna hejmarek mezin ji xelkê Efrînê bo herêma Şehba û Til Rifet, beşek ji xelkê Efrînê bi riyên qaçax vedigerin Efrînê, lê ew hem ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û hem jî ji aliyên hêzên ser bi PYDê ve rastî rêgirtî, astengî û zehmetiyan tên.

Her wiha got: “Xelkê me yê Efrînê bi riyên qaçax, metirsîdar û bi dayîna pereyên zêde xwe ji Şehbayê digihînin Efrînê. Piştî digihin Efrînê, ew li wir jî hin astengiyan dibînin.”

Ebdo Hebeş got jî, divê ENKS ofîsên xwe li Efrînê veke û ew ligel opozîsyona Sûriyê pêşwazî li xelkê Efrînê yên vedigirin bikin û rewşa wan çareser bikin.

Bajarokê Til Rifetê û herêma Şehba yê, 25 km li başûrê rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye û hin xalên hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê lê hene. Tirkiye jî demek e gefa pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser wê deverê dixwe.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi opozîsyona Sûriyê ve di Adara 2018an de, hejmareke ji koçberên Efrînê li Til Rifet û gundên derdora wê bi cih bûne, her wiha dora 100 hezar koçber jî di kampên Serdem, berxwedan, Şehba û Efrînê de bicih bûne.