Hevserokê HDPê: Ti pêwendiya me bi PKKê re nîne

Wêne: Mithat Sancar, Hevserokê HDP.
Wêne: Mithat Sancar, Hevserokê HDP.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê da xuyakirin, ti pêwendiya wan bi PKKê re nîne û ew hemû biryarên xwe di civînên Encûmena Partiya xwe de digirin.

Hevserokê HDPê Mîthet Sancar beşdarî kaneleke Tirkiyê bû û da xuyakirin, HDP di çarçoveya yasayên Tirkiyê kar dike û ti hewl û niyaza wan a parçekirina Tirkiyê nîne.

Sancar got, 8-10 milyon dengderên wan hene ku ne mimkun e ewqas kes parçebûna Tirkiyê bixwazin. Ew ji bo çareseriya demokratîk û yekîtiya Tirkiyê, meşa xwe ya bi biryar didomînin.

Sancar got, ti pêwendiya wan ne bi PKKê û bi rêxistineke din re nîne. Ew biryarên xwe bi xwe digrin ku her civîneke wan zedetirî 7 demjimêran berdewam dibe û hemû biryar ji wê derê derdikevin.