Fermandarekî artêşa Iraqê çandiniyê li cotkarên Kurd ên gundekî Kerkûkê qedexe dike

Hewleke din a erebkirina gundên Kerkûkê tê dayîn
Hêzeke artêşa Iraqê li nahiya Sergeranê - Arşîv
Hêzeke artêşa Iraqê li nahiya Sergeranê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Firqeya 8 a artêşa Iraqê ligel hêzeke leşkerî çû gundê Pelkanê yê ser bi nahiya Sergeranê ya Kerkûkê û cotkarên gundê agahdar kirin ku êdî nabe ew genim li zeviyên xwe biçînin.

Nûnerê cotkarên nahiya Sergeranê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, Fermandarê Firqeya 8 a artêşa Iraqê ligel hêzeke leşkerî çû gundê Pelkanê û serdana mala şêxê Ereban Elî Ewas ku bi “endezyarê erebkirinê” tê naskirin kir.

Diyar kir jî, wî fermandarê artêşa Iraqê ji bilî ku çandinî li cotkarên Kurd qedexe kir, îro danê sibê serjimêryarî ji bo malbatên Kurd kir ku armanc ji wê yekê ew e, proseya erebkirina gund bidomîne û Erebên din ên hawerde bîne gund û fişarê li Kurdan bike ta ku ji gund derkevin û piştre gund dagîr bikin.

Nûnerê cotkarên nahiya Sergeranê daxwaz ji serkirdatiya siyasî ya Kurd kir ku rê nedin vê hewla erebkirinê û pirsgirêkên cotkarên wê deverê çareser bikin.

Pirsgirêka zeviyên Kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û Ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên Kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmehê, Parêzgarê Kerkûkê yê spandî Rakan Cibûrî dixwaze careke din vê xakê li Ereban parve bike.

Ji koma 42 gundên nahiya Sergeranê, metirsiya erebkirinê li ser 40 gundan heye. Cotkarên Kurd jî dibêjin, Pelkane yekem gund e, eger rê ji bo erebkirina wê bê dayîn, dê proseya erebkirinê berdewam bibe û gundên din jî dê bêne dagîrkirin.