NY: Pênc hezar xelkê sivîl li Ukraynayê hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir, heta niha zêdetirî 5 hezar xelkê sivîl di şerê Ukraynayê de hatine kuştin.
Zarokekî Ukraynî, wêne: AFP
Zarokekî Ukraynî, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir, heta niha zêdetirî 5 hezar xelkê sivîl di şerê Ukraynayê de hatine kuştin.

Rêxista Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, 5 hezar kesên sivîl di şerê Ukraynayê de hatine kuştin.

Herwiha eşkere kir, Neteweyên Yekbûyî bi qasî 1.7 milyar Dolarên din jî dê alîkariya mirovî bişînin Kîevê.

Şerê Ukraynayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kir û di destpêka şer de Rûsya heta nêzîkî Kîeva paytext pêş ket, piştre ber bi rojhilatê Ukraynayê şerê xwe veguhest. Êrîşên Rûsyayê bûne sedema awarebûna bi milyonan kesan û wêranbûna beşeke mezin a axa Ukraynayê.