Serokê Amerîka ligel 11 serkideyên welatên Erebî dicive

Joe Biden ji dema destbikarbûna wî wek Serokê Amerîka, ji bo cara yekem serdana Rojhilata Navîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji dema destbikarbûna wî wek Serokê Amerîka, Joe Biden ji bo cara yekem serdana Rojhilata Navîn dike. Biden destpêkê diçe Îsraîlê û piştre serdana Siûdiye dike û biryar e jî ew ligel serkirdeyên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê, Misr, Urdin û Iraqê bicive.

Li gorî jêderên medyayî, beşek ji armanca serdana Biden bo Rojhilata Navîn, pêwendiya wê bi êrîşa Rûsya li ser Ukrayna, nirxê petrolê û asayîkirina pêwendiyên Îsraîl ligel welatên herêmê heye.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Jake Sullivan di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Spî diyar kir ku armancên sereke yên vê serdanê, girîngiya kûrkirina hevgirtina Îsraîlê li navçê, sererastkirina pêwendiyên bi Filistîniyan re û gefên piralî yên Îranê û xurtkirina agirbestê li Yemenê ne.

Got jî, Biden dê stratejî û nêrîna xwe ya ji bo Rojhilata Navîn di lûtkeya ku dê ligel serokên welatên Kendavê, Iraq, Urdin û Misrê pêk bîne, pêşkêş bike.

Derbarê dosyaya asayîbûna pêwendiyên Îsraîl ligel welatên Erebî de jî, Sullivan amaje bi daxwaza rêveberiya Amerîkayê ya bihêzkirina rêya baştirkirina peywendiyên di navbera Îsraîl û welatên Erebî de kir û got, her asayîbûnek erênî ye.

Sullivan got ku serdana Biden bo Rojhilata Navîn dê rola Amerîka ya bihêz li herêmê dupat bike û da zanîn ku ev rol dê ji ya dema şerê li dijî Iraqê, cudatir be.

Sullivan got jî, berpirsên Amerîkî dê di gera Biden de bi serokên welatên OPECê yên li Rojhilata Navîn re li ser ewlehiya enerjiyê gotûbêjan bikin.

Got jî: “Emê berpirsên Kendavê agahdar bikin ku pêwîst e ew petrolê li gorî têra bazaran dabîn bikin û em ê tekeziyê li ser vê bikin.”

Biden pêştir jî bang li welatên Kendavê kiribû ku berhemanîna petrolê zêde bikin, ku bilindbûna bihayan bo asta 100 dolarî ji her bermîlekê re, hîşt rêjeya enflasyon bilind bibe, ligel wê jî bi berdewamiya şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê re, metirsiyên cîhanî derbarê enerjî û ewlehiya xwarekê de zêde bûye.

Ji aliyeke din ve Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê ragehand, Biden dê di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de beşdarî lûtkeya çaralî ya virtual bi serokên Îsraîl, Îmarat û Hindistanê re bibe û ev lûtkeyê dê giringiyê bide ser ewlekariya xwarekê.