Li zozanên Agirî dema kurkirina hiriya pez e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li zozanên Bakurê Kurdistanê dema kurkirina hiriya pez hatiye. Li Agirî li zozanên Sînegê dost û xizm û gundî gihiştine hev, bi stranên Kurdî wek şahiyekê hiriya pezê xwe dibirin. Koçer dibêjin, îsal av û giya baş e û saleke berhemdar e.

Zozanên Sînegê li Agirî wek, zozanên Bingol û Fereşîn û Sîpanê Xelatê binav û deng nebin jî, bi kaniyên sar û ava zêde, giyayê şîn û bayê hênik havînan dehhezaran pez û bizin û çêlan dihewîne.

Niha li Zozanên Sînegê dema kurkirina hêriya pezê hatiye. Li gelek deverên Kurdistanê birîna hiriya pez, wek Festîvala Berxbirê bi şahiyên girseyî birêve diçe. Di kurkirina hêriyan de hemû koçer û dost û xizm alîkariya hev dikin.

Koçer Xalid dibêje: “Mehek e em hatine Zozanê. Xelk hatiye ji bo kurkirina hiriyên pezê. îsal salek berhemdar e. Baran xweş barî û giya heye. li vê derê pênc kes hiriyan dibirin, Hêvî dikim îro em 300 miyan derbas bikin.”

Koçer bi stranên Kurdî kurkirina hêriyan wek şahiyek di nav ahengê de dikin. Mihemed, ji zaroktiya xwe ve hirî biriye, lê vê carê ji bo alîkarî hatiye.

Koçer Mihemed: “Ev ciwan 20 salî ne. Ez jî gihiştime 50 û em pêşbirkê dikin. Lê ew nagihin min. Me karê xwe îro bi nîvî kir, sibe dê temam bibe. Ez ji bo hevkariya hevlingê xwe hatime. Keşûhawaya zozanan ji bo min baş e.”

Zozanên Sînegê li navçeya Avkevira Agiriyê, behar û havînan dibe warê koçerên deşta Îdirê. Herêma Serhedê wek kogeha ajeldariyê tê binavkirin ku piraniya berhemên ajeldarî bo bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li herêma Serhedê tên dabînkirin.