Firokeyên Tirkiyê nahiya Başîk kirin armanc

Helîkopterên serbazî yên Tirkiyê gundê Behzanê yê ser bi nahiya Başîk kirin armanc û di encamê de zirar û ziyanên maddî gihandin xaniyên welatiyan.
Zirar û ziyanên maddî gihandin xaniyên welatiyan, wêne: Kurdistan24
Zirar û ziyanên maddî gihandin xaniyên welatiyan, wêne: Kurdistan24

Şingal (K24) – Helîkopterên serbazî yên Tirkiyê gundê Behzanê yê ser bi nahiya Başîk kirin armanc û di encamê de zirar û ziyanên maddî gihandin xaniyên welatiyan.

Welatiyekî bi navê Nesir Hacî ku nişteciyê gundê Behzanê yê ser bi Başîk e, ji Kurdistan24ê re ragihand, di demjimêr 15:40 de, du helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê, gundê Behzanê kirin armanc û di encamê de zirar û ziyan gihandin xaniyê mamê wî.

Nesir Hacî eşkere kir ku di êrîşê de ziyanên canî nebûne, lê metirsî li ser ewlehiya welatiyên li gund dirust bûyeç

Herwiha diyar kir ku bi qasî du demjimêran herdu helîkopter li esmanê gundê Behzanê dizîvirîn û piştre gund kirine armanc û piştre ber bi cihekî nediyar firiyane.

Gundê Behzanê dikeve sînorê parêzgeha Neynewa ya li bakurê rojavayê Iraqê û li nêzîkî nahiya Başîkê, 12 kîlometre dûrî bajarê Mûsilê ye.