Çîroka keçeke Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye

Piştî heşt sal ji dîlbûna li cem çekdarên DAIŞê, keça Kurd a Êzidî Rosîta bi çendîn êş û janên xwe vegeriya Şingalê.
Rosîta, rizgarbûya ji destê DAIŞê
Rosîta, rizgarbûya ji destê DAIŞê

Hewlêr (K24) – Piştî heşt sal ji dîlbûna li cem çekdarên DAIŞê, keça Kurd a Êzidî Rosîta bi çendîn êş û janên xwe vegeriya Şingalê.

Rosîta ji malpera Sky News re behsa çîroka xwe ya di destê DAIŞê de vegotiye. Rosîta eşkere kiriye: “Di 3yê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser gundê me, ez û dayîka min ber bi bajarê Mûsilê revandin, wê demê ez 8 salî bûm.”

Keça Kurd a Êzidî diyar kiriye: “Dayîka min firotin malbateke DAIŞê, çekdarên DAIŞê ez birim Sûriyê, piştî çend rojan agahiya xwekuştina dayîka min gihîşte min.”

Rosîta gotiye: “Dema ez gihîştim Mûsilê, wan ez xistim nav holeke ku gelek jin tê de bûn, çekdarên DAIŞê di nav wan de bûn û gotin û pêkenokan ji hev re digotin, herwiha behsa ciwanî, bihayên wan jinên di nav holê de dikirin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Li bazara jinfirotinê, min gelek kesên Iraqî û Sûrî dîtin, jinên ku ciwan bûn, kiriyarên wan hebûn, ji welatên din ji bo wan dihatin.”

Rosîta dibêje: “Çekdarên DAIŞê di nav xwe de li hember dayîna jinekê, digotin 'vî çekî bide min, ez jî wê jinê bidim te', eger bi pere be, bi 150 Dolar difirotin.”

Keça Êzidî gotiye: “Gelek caran li min didan, min paşmahiyên xwarinên wan dixwar. Min cilên qetandî li xwe dikir. Dema temenê min bû 12 salî, ez bi çekdarekî DAIŞê re zewicîm. Rewş weke destdirêjiyê bû. Demên herî ne xweş ên temenê xwe, min li cem wî derbas kir. Ew di sala 2019an de di şerê Baxozê de hat kuştin. Ez jî, bo Kampa Holê ya li bakurê Sûriyê hatim veguhestin. Li wir careke din, wan ez dam çekdarekî DAIŞê ya 70 salî, ew û 5 kurên wî, destdirêjiya ser min berdewam bûn.”

Sala 2014an çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Şingalê û deverên derdora wê, ji bilî wêrankariyê, piraniya jin û keçên wan deveran ber bi navçeyên cuda cuda yên jêr destê DAIŞê veguhestin.