HRW bang li Fransa dike welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Right Watch) bang li rayedarên Fransayê kir ku zarok û jinên Fransî yên li kampên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne, vegerînin.

Rêxistina HRW roja Çarşemê di raportekê de ragihand, dora 160 zarok û 75 jinên Fransî hîn li herêmê di nav şert û mercên xerap de girtî ne.

Li gorî HRW, Fransa ji ber sedema nîgeraniya ewlehiyê, heta serê meha Tîrmeha 2022an , tenê 35 zarok di nav sê salan de vegerandine.

Diyar kir jî, Fransa red kir jineke nexweş ligel keça wê ya 6 salî vegerîne ku ew jin di meha Berçileya 2021an canê xwe ji dest da û piştî 7 mehan jî, ew keçika sêwî vegerand.

Human Rights Watch bang li hikûmeta Fransî kir, nîşan bide ku rêbaza xwe guhartiye û hemû zarokan, dayikên wan û her weha mêran vegerîne ku ew dikare mezinan li wir bide dadgehan.

Her wiha destnîşan kir, hîştina van girtiyan dê nebe alîkar ku dawî li rêxistinê were û tenê dê êşa kesên kampan dimînin ku piraniya wan zarok in, zêde bike.

Ev yek piştî wê, Fransayê di 5ê Tîrmehê de, 51 jin û zarok ji kampên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandin ku ji dema têkçûna DAIŞê di Adara 2019an de, ev mezintirîn vegera jin û zarokan ji kampan bo Fransayê bû.