Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îsraîlê “peymaneke stratejîk” îmze dikin

Biden peymana “Daxuyaniya Orşelîmê” îmze kir, ji bo rê li ber bidestxistina Îranê ya çekên nukleerî bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden di roja duyemîn a gera xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de, îro Pêncşemê bi Serokwezîrê Îsraîlî Yair Lapid re peymaneke hevbeş bi navê “Daxuyaniya Orşelîmê” îmze kir, ji bo rê li ber bidestxistina Îranê ya çekên nukleerî bigire.

Li gor xalên peymanê, Amerîka pabendbûna xwe bi avakirina çarçoveyeke herêmî nîşan da, ji bo kûrtirkirin û pêkvejiyana Îsraîl û hevkarên wê yên li herêmê û berfirehkirina bazneya aştiyê ta ku welatên din ên Erebî û Îslamî jî li xwe bigire.

Daxuyaniyê herwiha tekezî li ser pabendbûna Waşîngtonê bi ewlekariya Îsraîlê, parastina serweriya leşkerî ya Îsraîlê, nehiştina hebûna çeka nukleerî ya Îranê û rûbirûbûna çalakiyên Îranê li navçeyê, çi yên rasterast yan jî çi bi rêya alîgirên wê yên weke Hamas, Hizbullah ûTevgera Cîhada Îslamî.

Daxuyaniyê her wiha êrîşên terorîstî yên ku di mehên dawî de Îsraîlî kiriye aramnc jî şermezar kir, û tekezî li ser piştgiriya Serok Biden ji bo çareseriya du dewletan re kir.

Beriya eşkerekirina hûrgiliyên peymanê, berpirsekî payebilind ê rêveberiya Amerîka diyar kir ku ev peyman dê pêwendiya ewlehiyê ya demdirêj di navbera Amerîka û Îsraîlê de berfireh bike.

Wî her wiha got: “Ev peyman gelekî girîng e û sozekê dihewîne ku tu carî rê nede Îran bibe xwedî çeka nuleerî û dê rûbirûbûyî çalakî û gefên wê yên li ser Israîlê bibe.”

Serokê Amerîka Joe Biden duhê Çarşemê gihîşt firokexaneya Ben Gurion a Îsraîlê, da ku dest bi gera xwe ya ji bo Rojhilata Navîn bike. Bîden dê îro bi serkirdeyên Îsraîlî re gotûbêjan bike, roja Înê jî dê bi serkideyên Filistînî re bicive û sibe jî dê li Erebistana Siûdî bi rêberên Encûmena Hevkarîya Kendavê re û herwiha Misir, Îraq û Urdinê re hevdîtinan pêk bîne.