Encûmena Asayişa Kurdistanê: Tola şehîdên gundê Xidircîce hat hildan
Hewlêr (K24) - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, tola 10 Pêşmerge û 3 sivîlên ku di êrîşa DAIŞê de li gundê Xidircîce yê Mexmûrê şehîd bibûn, hat hildan.
Encûmena Asayişa Kurdistanê vê êvarê ragihand, hêzên wan bi hemahengiya ligel hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî karîn şeva 5ê vê mehê di operasyoneka taybet de, ku wek operasyona tolhildanê hatibû binavkirin, 4 terorîstên DAIŞê bikujin ku destê wan di êrişa gundê Xidircîce yê Mexmûrê û şehîdkirina 10 pêşmergeyên Kurdistanê û 3 birayên sivîl de hebûn.
Encûmenê da zanîn, piştî dûvçûnên hûr tohmetbarek bi navê Q.Y.I.H jî hat girtin û li wê yekê mukir hat ku di êrişa gundê Xidircîce de alîkariya terorîstan kiriye.
Şeva 2 Kanûna sala 2021, terorîstên DAIŞê êrişî gundê Xidircîce yê Mexmûrê kirin. Di wê êrişê de 10 pêşmerge û 3 sivîl hatin şehîdkirin ku her sê sivîl birayên hev bûn.
Piştî bûyerê, Serok Barzanî di peyamekê de ragihandibû ku divê tola şehîdên Xidircîce were hildan.