Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê (Covid-19) belav kir. Li gor amaran, 728 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine û ti haleteke mirinê nehatiye tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 728 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 204 kes li Hewlêrê, 191 kes li Silêmaniyê, 316 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha diyar kir, di nav 24 demjimêran de 495 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 188 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 191 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 6 kes jî li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 451620
Mirin: 7455
Başbûn: 435094