Amerîka û Erebistanê 18 rêkeftin û yadaştname îmze kirin

Di çarçoveya serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Erebistana Siûdî de, 18 rêkeftin û yadaştname di navbera Riyad û Washingtonê de hatin îmzekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Erebistana Siûdî de, 18 rêkeftin û yadaştname di navbera Riyad û Washingtonê de hatin îmzekirin.

Ajansa nûçeyan a Erebistanê SPA ragihand, Wezaretên Enerjî, Veberhênan, Pêwendî û Tendirustî yên herdu welatan û saziyên warê enerjî, veberhênan, pêwendî, feza, tendirustî ji bo encamdana alîkariya hev, gotûbêj kirin.

Ji wan rêkeftinan, 13 rêkeftin di navbera wezaretên enerjî, veberhênana Erebistanê û Lijneya Şahane ya Cubeyl û Yanbû ligel grûpek ji kompaniyên diyar ên Amerîkayê weke kompaniya firokevanî ya Amerîkî Boeing, kompaniya pîşesaziya berevaniyê Raytheon, kompaniya amûrên bijîşkî Medtronic, kompaniya software Digital Diagnostics hatin îmzekirin.

Herwiha Fermangeha Feza ya Erebistanê ligel ajansa Firokevanî û Feza ya Amerîkayê (NASA) û Bernameya Lêgerînê ya Heyvê Artemis îmze kir.

Wezareta Pêwendî û Zanyarî ya Erebistanê yadaştnameyek ligel Fermangeha Pêwendî û Zanyarî ya Niştimanî ya Ameîkayê û IBM îmze kir, ku navenda wê li Amerîkayê ye û di warê zanista teknolojiyê de pêşeng e.

Herwiha Erebistan û Amerîkayê di warên enerjiya pak û tendirustiya gel, zanist û lêkolînên bijîşkî de çend yadaştname îmze kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh piştî serdana xwe ya Îsraîlê, gihîşte Erebistana Siûdî, di destpêkê de ligel Şah Selman civiya, piştre ligel Cînişînê Erebistanê Mihemed bin Selman civînek pêk anî. Biryar e Joe Biden ligel welatên endamên Encûmena Alîkarî ya Kendavê li Lûtkeya Ciddeyê bicive. Ji bilî welatên Kendavê, Misir, Iraq, Urdin jî di lûtkeyê de beşdar in.