Tirkiye plana kêmkirina kombûna koçberên Sûrî dide destpêkirin

Tirkiye plan dike rêjeya Sûriyan li hin bajaran kêm bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Roj bi roj biryarên desthilatên Tirkiyê li hember koçberên Tirkiyê tundtir dibin, niha jî di bin navê zêdebûna rûniştvanên Sûrî de, Tirkiye plan dike rêjeya Sûriyan li hin bajaran kêm bike.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di vê dawiyê de planek ji bo kêmkirina rêjeya niştecihên Sûrî li Tirkiyê ragihand ku nabe li cihekî zêdetir ji % 25 Sûrî kom bibin. Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu li Enqerê ji rojnamevanan re ragihand, li herêmên ku hejmara biyaniyan ji sedî 25'ê zêdetir be, destûra rûniştinê nayê dayîn û heta ku ev rêje dakeve % 20 dê plana wan berdewam be.

Soylu tekezî li ser wê yekê kir ku divê hejmara Suriyan were kêmkirin, da ku demografiya li Tirkiyê têk neçe û ragihand ku wezareta wî dê plana xwe cîbicî bike.

Li gorî amarên Rêveberiya Koçê ya Tirkiyê, hejmara koçberên Sûrî li Tirkiyê 3 milyon û 672 hezar û 646 koçber in ku dike ji sedî 4 ji rûniştvanên Tirkiyê. Piraniya wan li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi cih dibin û tenê di kampan de dimînin. Li gor amaran li Stenbol: 525.241, Dîlok: 449.667, Hatay: 435.699, Ruha: 423.711, Kilis: 105 hezar koçber bi cih dibin.

Li gor medyaya Erebî jî, plana Tirkiyê ji qonaxan pêk tê. Di qonaxa yekem de, dê tomarkirina Sûriyan li 1169 taxên 16 bajarên mezin ên Tirkiyê (Stenbol, Enqere, Antalya, Aydin, Borsa, Çanakelê, Adirna, Hatay û Îzmîrê) were rawestandin. Di qanaxa duyem de jî, dê Sûrî li navçeyên ku hejmara koçberan lê kêm e, werin tomarkirin.

Her di wê derbarê de jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di meha Gulana borî de gotibû, hikûmeta wî projeyek amade kiriye ta ku nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li 13 “herêmên ewle” yên ku ew ê li bakurê Sûriyê ava bike, cîbicî bike.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) jî derbarê plana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûrî de daxuyaniyek belav kiribû û ragihand: “Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'Vegera Dildarî' ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li nava axa Sûriyê ya li ser sînorê xwe yê başûr, ji Ezazê heta Serê Kaniyê, bi cih bike. Ev proje dikeve çarçoveya guhertina demografiya wan deveran, bi taybet jî herêma Efrînê.”

ENKSê ji ber vê yekê ENKS bang li Tirkiyê kir ku vê projeya xwe sererast bike û bang li dewletên pêwendîdar kir ku derbarê krîza Sûriyê de helwesteke zelal nîşan bidin û ta ku vegerandina ewle ya penaber û koçberan, ji bo deverên wan ên resen be.