PAK, PSK û TEVGER Şêx Evdirehîm û hevalên wî bi bîr anîn

Sê partî û rêxistinên Kurdistanî Şêx Evdirehîm, li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê ku bi 16 hevalên xwe re hatibû şehîdkirin bi bîr anîn.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Sê partî û rêxistinên Kurdistanî Şêx Evdirehîm, li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê ku bi 16 hevalên xwe re hatibû şehîdkirin bi bîr anîn. Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Tevgera Demokratên Kurd (TDK) li ciyê ku Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd û hevalên wî hatibûn şehîdkirin,  merasîmekî li dar xistin û şehîdên Kurdistanê bibîr anîn.

Partî û rêxistinên Kurd, li Bismila navçeya Diyarbekirê, di 85 emîn salvegera şehîdkirina Şêx Evdirehîm û hevalên wî de, li ser tirba Şêx Evdirehîm Ala Kurdistanê raxistin û bi dia û siruşta Ey Reqîp ew bi bîr anîn.

Nivîskar û lêkolîner Ahmet Kanî, piştî daxuyaniyê bal kişand ku Şêx Evdirehîm û hevalên wî, ji bo piştgiriya serhildana Dêrsimê di 9ê Tîrmeha 1937an de derbasî serxetê bûne.

Ahmet Kanî got: “Ji bo piştgiriya serhildana Dêrsimê, teqrîben 20 kes pêkve tên û li vê deverê dikevine kemînê. Mebesta wan ew e ku biçin û piştgiriyan bigihînin serhildana Dêrsimê û Seyîd Riza. Îro em jî dixwazin ku dîroka Kurdistanê bi rastiyan bê zanîn ku şehîdên Kurdistanê şehîdên neteweyî ne. Yanî wek mînak, ew rêberekî mala şêxa ye û bi wê nasnameya xwe ya olî ku misilmanekî Sunî ye, lê ji bo alîkariya Kurdên Elewî û Dêrsimê piştgiriyê dibin. Ev jî nîşaneya helwesta neteweyî ye.”

Şêx Evdirehîm, di sala 1925’an de jî serleşkeriya serhildana Şêx Seîd kiriye û piştî ku serhildan têk diçe jî xwe radest nake û derbasî bin xetê, başûrê rojhilatê Kurdistanê dibe. Şêx Evdirehîm, bi rêxistina Xoybûn re xebatên xwe yên neteweyî heta ku tê şehîd kirin jî bê navber berdewm dike.

Endamê Meclîsa Karên Derve yê PSK’ê Sîdar Bîngolî jî, bibîranîna şehîdan û jibîrnekirina doza wan a azadiyê girîng nirxand.

Sîdar Bîngolî diyar kir: “Her tim di xeml û xeyalên min de bû ku bi rastî ewê rojekê bibe û emê biçin ser gora Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîdê nemir  û hevalên wî. Lê îro em li vir in. Ez spasiya hersê partî û rêxistinên me me dikim.”

Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd ji bin xetê ji bo hewarçûna Dêrsimê bi 16 hevalên xwe re bi rê ketibûn. Lê li deşta Bismilê kemîn hatibû danîn û li wê deverê hatin şehîdkirin.