Rûsya û Îranê piştgirî nedan operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê

Serokomarê Tirkiyê di civîna Sêalî ya li Tehranê hatiye lidarxistin de, sînyala pêkanîna operasyona li Rojavayê Kurdistanê da, lê ji Tehran û Moskoyê tu piştgirî nehat.

Navenda Nûçeyan (K24) – Daxuyaniya dawî ya lûtkeya Tehranê ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî bi hevtayên xwe yên Tirkî Recep Tayip Erdogan û yê Rûsî Vladimîr Putîn re tekezî li pabendbûna welatên beşdar li ser serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Sûriyê erê kir.

Civîna Sêalî (Rûsya, Tirkiye û Îran) a 7emîn a bi Forma Astanayê duhî 19ê Tîrmeha 2022an li Tehranê birêve çû. Di civînê de, ligel dosyeya Sûriyê mijara sereke bû jî, gotûbêj derbarê pêşhatên dosya navokî ya Îranê û şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê jî hatin kirin.

Daxuyaniya dawî ya lûtkeyê “çalakiyên zêde yên rêxistinên terorîstî û alîgirên wan li navçeyên curbicur ên Sûriyê” şermezar kir û her sê welatan Îran, Rûsya û Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya şerê li dijî têrorê bi hemû şêweyên wê kirin.

Her sê welatan redkirina xwe ji hemû hewlên ji bo afirandina rastiyên nû li ser axa Sûriyê bi behaneya têkoşîna li dijî terorê, di nav de jî “destpêşxeriyên rêveberiya xweser ên neyasayî” nîşan dan û biryardariya xwe ji bo rûbirûbûna ajandeyên cudaxwaz ên bi armanca têkbirina serwerî û yekperçeyîya axa Sûriyê û ewlehiya netewî ya welatên cîran, nîşan dan.

Daxuyaniyê tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiyê bi rêya cîbicîkirina hemû rêkeftinên girêdayî Idlibê kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku berpirsiyariya xwe ya niştecihkirina penaberên Sûriyê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe, hilgire ser xwe.

Helwestên her sê welatan

Serokomarê Îranê hevkariya welatên navçeyê ji bo alîkariya Sûriyê ji bo bihêzkirina serweriya wê û dabînkirina ewlehiya navçê bi giringî zanî û tekezî li ser pêwîstiya nebûna gavên li dijî serweriya Sûriyê kir.

Raîsî got ku di lûtkeyê de tekezî li ser peydakirina zemînekê ji bo vegerandina bilez a penaberên Sûrî yên ji welatên din hat kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî bang li aliyên navdewletî kir ku alîkariyê pêşkêşî Tirkiyê bikin ta ku bikare barê mirovî hilgire ser milê xwe û tekez kir ku divê kar li ser vegera birûmet a penaberên Sûriyê bo warên xwe bên kirin û ew nekevin ber metirsiyan.

Her wiha da zanîn, lûtkeyê tekezî li ser giringiya bidawîanîna kirîza Sûriyê bi rêya çareseriyên berdewam û danîna mîkanîzmeke kar ji bo nivîsandina destûreke nû ji bo dewleta Sûriyê kir. Got jî: “Di vê derbarê de jî divê opozîsyon û rêjîm dest bi diyalogê bikin.”

Ji aliyê xwe ve Serok Pûtîn got, di civînê de rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya rûbirûbûna her tevgereke cudaxwaz hat kirin û pêwîst e hemû herêm vegerin serweriya Sûriyê.