Êrîşeke grûpên çekdaran li ser Minbicê hat şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Leşkerî ya Minbicê êrîşeke grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li ser gundekî Minbicê şikand.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de belav kir, grûpeke çekdaran a Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşî ser gundê Mihsinlî yê li bakurê bajarê Minbicê kir, lê hêzên wan rûbirûyî êrîşê bû û pevçûnên di navbera wan de derket û di encamê de ew êrîş hat şikandin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê got jî, piştre dê hûrgiliyên zêdetir bên belavkirin.

Demek e Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermênan kom kirine.

Piştî ragihandina “hevtêgihîştina leşkerî” di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê de di çend rojên borî de, rêjîma Sûriyê hêzên xwe li Minbicê û Til Rifetê bi cih kirin.