Li Îspanyayê ji ber germahiyê 500 kesan canê xwe ji dest dan

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand, ji ber pêla germahiyê ya berê xwe daye welatê wan, 500 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand, ji ber pêla germahiyê ya berê xwe daye welatê wan, 500 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez serdana devera Aragon a li bakurê welatê xwe kir, ku ji ber şewatên daristanan, ziyanên mezin derketine holê.

Deh roj in pêleke germahiyê berê xwe daye Îspanyayê û ji ber germahiyê 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tîmên rizgarkirinê yên dewletê li deverên cuda cuda yên welat belav bûne, ji bo alîkariya welatiyên ku ji ber germahiyê rewşa wan a tendirustiyê têk diçe.