Pispor: Demîrtaş peyamê dide gelê Tirkiyê û 6 partiyên opozîsyonê

Li gorî beşek ji pisporên siyasetê, daxuyaniyên Demîrtaş bo tevahiya Tirkiyê û partiyên muxalefetê peyamek e.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi bêya rojnameyên Tirkiyê daxwaz ji PKKê kir ku hemberî Tirkiyê çekên xwe bêdeng bike û diyar kir ku tu pêwendiyên HDPê bi PKKê re nînin. Li gorî beşek pisporên siyasetê, ev daxuyaniyên Demîrtaş bo tevahiya Tirkiyê û partiyên muxalefetê peyamek e, lê şertên heyî bo bêdengkirina çekan ne pêkan e. Siyasetmedarên kurd jî dibêjin mimkun e PKK çekan bêdeng bike.

Li Tirkiyê di vê heyamê de ku operasyonên leşkerî li dijî PKKê didomin û amadekariya opersyonekê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin, Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ev nêzî 6 sal in di girtîgehê de ye, bi rêya rojnameyên Tirkiyê ragihand ku ti pêwendiyên HDPê bi PKKê re nîne û ew dixwaze PKK çekan li hember Tirkiyê bi tevahî bêdeng bike.

Hefteya borî jî Demîrtaş bang li HDPê kiribû ku xwe ji gelê Tirkiyê re baş bide famkirin. Li gorî beşek pisporên siyaseta navxweyî ev peyamên Demîrtaş ji bo tevahiya civaka Tirkiyê taybetî jî ji bo 6 partiyên muxalefetê ye.

Şarezayê siyasetê Prof. Dr. Mete Kaan Kaynar ji K24ê re ragihand: “Ev daxuyaniyên Demîrtaş ji bo tevahiya Tirkiyê, ji bo HDPê, heta ji bo 6 partiyên muxalefetê peyameke ku dibêje em partiyeke Tirkiyê ne. Daxwaza bêdengkirina çekan, banga ji bo siyaseta Kurd peyamên biqîmet in. Ger hikûmet jî bersiveke erênî bide van daxuyaniyan dê geşedanên erênî hebin. Lê di nava aloziyên heyî de dê çek çawa bên bêdengkirin ev yek divê bê nîqaşkirin.”

Siyasetmedarê Kurd neviyê Şêx Seîdê Pîran Diyadîn Firat jî dibêje HDP siyaseta xwe legal dike û dikare ji PKKê daxwaza bêdengkirina çekan bike û PKK jî di nava xwe de vê mijarê dinirxîne.

Diyadîn Firat ji K24ê re diyar kir: “HDP siyaseta xwe di zemînekî legal de dimeşîne. Dikare ji PKKê re bibêje heyran ev bi sîlahan tiştekî bi destê me neket ev sedsala 21an de kar û barên însanî û vicdanî û mirovahî encax bi qisedanê bi diyalogê bê çareserkirin. Mimkun e PKK jî vê mijarê di nava xwe de car caran munaqeşa dike û PKK bi xwe naxweze bi sîlehê şer bike yanî.”

Ligel daxuyaniyên Demirtaş, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî piştî nûkirina rêveberiya partiya xwe ragihand ku ew di çarçoveya yasayên Tirkiyê de kar dikin û ti pêwendiya wan ne bi PKKê û bi rêxistineke din re nîne. Sancar dibêje ew ji bo çareseriya demokratîk û yekîtiya Tirkiyê, meşa xwe ya bi biryar didomînin.