Kazimî bo artêşê: Di dema hebûna destdirêjiya ser axa Iraqê de di amadebaşiyê de bin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji artêşa welatê xwe daxwaz kir, di vê qonaxê de bala xwe bidin zanyariyên îstixbaratî û asta perwerdeya serbazî jî bilind bikin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji artêşa welatê xwe daxwaz kir, di vê qonaxê de bala xwe bidin zanyariyên îstixbaratî û asta perwerdeya serbazî jî bilind bikin, bi awayekî berdewam di dema hebûna gefa teror û destdirêjiya bo ser axa Iraqê de, di amadebaşiyê de bin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî serperiştiya civîneke ligel serkirdeyên ewlehî û serbazî yên Wezareta Berevaniyê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Mistefa Kazimî di civînê de bal kişand ser rola artêşa Iraqê û got, ji destpêka ragihandina kabîneya wî ve, ji bo damezrandina saziyeke serbazî ya bihêz, piştevaniya artêşê kiriye, da ku bi vê rêyê sînorên Iraqê û welatiyên wê parastî bin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji ber binpêkirinên duh ên li Zaxoyê, divê artêş di perwerdeyê de berdewam be û pêwîstiyên wê werin dabînkirin, da ku di dema hebûna destdirêjiyê de, ji bo rûbirûbûnê amade be.

Duh ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.