Amerîka: Operasyona Tirkiyê li Sûriyê dê şerê Hevpeymaniyê bixe metirsiyê

John Kirby: Operasyona Tirkiyê dê aramiya navçeyê têk bide
John Kirby
John Kirby

Navenda Nûçeyan (K24) – Koordînatorê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkî ji bo Pêwendiyên Stratejîk John Kirby ragihand, operasyoneke Tirkiyê li Bakurê Sûriyê şerê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê dixe metirsiyê.

John Kirby di konferanseke rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanekî derbarê egera oerasyoneke Tirkiyê li ser rojavayê Kudistanê û bakurê li Sûriyê de, diyar kir ku Amerîka ji vê operasyonê dilgiran e.

Kirby got, operasyona Tirkiyê dê aramiya navçeyê têk bide û dê jiyana welatiyên sivîl bixe metirsiyê. John Kirby tekez kir jî, operasyon dê şerê Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê bixe metirsiyê.

Demek e Tirkiye gefa operasyonek nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe. Tirkiyê û komên çekdar jî hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du bajaran kom kirine û xistina rewşa amadehiyê.

Di wê derbarê de jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê operasyona li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de pêr 21ê Tîrmehê gotibû, ew ji bo operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî terorê ti carî destûrê ji kesî nexwazin û ew dikarin di şevekê de û bi awayekî neçaverêkirî dest bi operasyona xwe bikin.