Wedat Atli li ber av û çeman helbestên Kurdî yên klasîk dixwîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Wanê xortekî Kurd ê bi navê Wedat Atli, li cihên xwezayî yên bajarên Bakurê Kurdistanê digere û ji wêjeya klasîk ya Kurdî beytan dixwîne. Wedat Atli, ji Dîwana Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û nivîskarên wekî wan beytan dixwîne. Xortê kurd bi vê yekê balê dikişîne ser xwezaya welat û berhemên bêhempa yên wêjeya klasîk. Ew dibêje; divê her kurd qedrê xweza û wêjeya xwe bizanibe.

Navê vî xortî Wedat Atli ye, li ser medyaya civakî wekî “Ez Wedat” jî tê naskirin. Eslê xwe Colemêrgî ye lê belê li Wanê dijî. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê beşa zanistên genetik û biyolojiya molekuler dixwîne. Wedat Atli, evîndarekî wêjeya kurdî ya klasîk e. Ew gelek caran bi cilûbergên xwe yên kurdî digere û carina li ser avekê, carina li ber siya dareke guzê, carinan jî di quntara çiyayekê de li ber keviyên berfê devê kitêbekê vedike û beytan jê dixwîne.

Wedat Atli ji K24ê re got: “Ez hindî ji welatê xwe dûr ketim mereqa min ew qas zêde bû. Dema em piçûk dê û babên min ji me re çîroka Mem û Zînê digotin. Piştî hingê min Feqiyê Teyran mereq kir, lewra me her behsa çîroka Zembîlfiroş dikir lê xwediyê vê çîrokê nas nedikir. Piştre min Melayê Cizîrî xwend, dûv re jî Melayê Bateyî min nas kir.”

Wedat Atli, ji Dîwana Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û nivîskarên wekî wan beytan dixwîne. Çîroka evîndariya Wedat Atli ya wêjeya klasîk her li nav malbatê dest pê kiriye. Dema ku dayîk û bavê wî ji bo wî û xwişk û birayên wî çîrokan dibêjin ew jî  mereqa qehremanên van çîrokan dike û dikeve ser şopa wan û ji naskirina Ehmedê Xanî dest pê dike.

Wedat Atli dibêje: “Feqî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî jî û yên din jî navbera eşqa mecazî û eşqa îlahî bi xwezayê dagirtine.”

Wedat Atli ji aliyekê ve dewlemendiya wêjeya kurdî ya klasîk nîşan dide ji aliyekê ve jî deşt, çiya, zozan, av û xwezaya welêt ya bêhempa nîşand dide. Ew dibêje; divê mirov li van herdu gencîneyan jî xwedî derkeve.”