YE û Amerîkayê êrîşa ser Odessayê şermezar kirin

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Josep Borrell û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken êrîşa mûşekî ya li bendera Odessayê bi awayekî tund şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Josep Borrell ragihand: “Yekîtiya Ewropayê êrîşa mûşekî ya li bendera Odessayê bi awayekî tund şermezar dike.”

Josep Borrell li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Armanckirina devereke gelek girîng ji bo hinardeya dexlûdan ji aliyê Rûsyayê ve, ku ev êrîş rojek piştî îmzekirina rêkeftina Stenbolê pêk tê, wê yekê dide xuyakirin ku Rûsya hiqûq û sozên navdewletî bi temamî paşguh dike û divê ev bê şermezarkirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir: “Amerîka êrîşa Rûsyayê ya li ser bendera Odessa ya Ukraynayê, şermezar dike.”

Antony Blinken destnîşan kur ku ew êrîş çend demjimêr piştî rêkeftina Stenbolê ya hinardekirina genimê Ukraynayê hatiye kirin û got: “Ev êrîş bi awayekî cidî guman dixe pêbaweriya Rûsyayê ya li ser cîbicîkirina rêkeftinê û ziyanê digihîne hewlên Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî û Ukraynayê yên li ser hinardekirina genim.”

Rayedarên Ukraynayê ragihandibûn ku ji aliyê hêzên Rûsî ve mûşek ber Bendera Odessayê hatine avêtin.