Serokerkanê Artêşa Iraqê: Pêwîst e Artêş û Pêşmerge li navçeyên sînorî bi cih bibin

Serokerkanê Artêşa Iraqê: Zêdetir ji çar hezar leşkerên Tirkiyê li ser xaka Iraqê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Artêşa Iraqê ragihand, pêwîst e artêş û Pêşmerge biçin navçeyên sînorî û valahiya ewlehiyê ya li ser sînor heye, dagirin.

Ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand, Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîqê Yekem Ebdulemîr Reşîd Yarulla di rûniştina Encûmena Nûneran de ragihand, zêdebûna êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî, vedigere wê yekê hêzên ewlehiyê li wan navçeyan bi cih nebûne, ji ber wê divê hêzên federalî li wan cihan bêne bicihkirin.

Diyar kir jî, hêzên Tirkiyê derbasî hin navçeyên sînorî yên Zaxo û Amêdiyê yên li parêzgeha Duhokê bûne ku hêzên Wezareta Berevaniyên ya Iraqê lê bicih nebûne.

Li gor zanyariyên Serokerkanê Artêşa Iraqê, pênc binkeyên leşkerî yên Tikriyê li ser xaka Iraqê hene û zêdetir ji çar hezar leşker tê de ne.

Roja 20ê Tîrmeha 2022an, navçeyeke geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûn, vê êrîşê jî gelek karvedanên navxweyî û navdewletî li piştî xwe anîn.