Serok Barzanî û Konsulê Almanya rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Clemens Sementer kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2022an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Clemens Sementer kir ku bi boneya bidawîhatina erkên wî û xatirxwastinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir, di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê spasiya hikûmet û sazî û dezgehên din ên Herêma Kurdistanê kirk u di hemaya karê wî de, hevkar û alîkar bûn.

Her di vê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda û bi taybet di babeta çaksaziyê de nîşan da.