Lavrov: Ewropa li ber Amerîkayê stûxwar bûye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê li ser rewşa Ukrayna û sizayên rojava dibêje, Yekîtiya Ewropayê daxwazên Amerîkayê cîbicî dike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rewşa Ukrayna û sizayên rojava dibêje: “Yekîtiya Ewropayê li ser berjewendiyên xwe, daxwazên îradeya Amerîkayê cîbicî dike.”

Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Kongoyê diyar kir: “Ez bawer im ligel derbasbûna her rojekê, ev mijar bêhtir zelal dibe, ku Ewropa li ber Amerîkayê stûxwar bûye û daxwaz û îradeya Washingtonê cîbicî dike, ev jî zirareke berçav digihîne aboriya wê.”

Lavrov li ser civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Kongoyê diyar kir: “Em her tiştî dikin, da ku pêwendiyên me yên bazirganî, aborî û veberhênanê, pişta xwe bi vê aloziyê girênede, ku rojava di aboriya cîhanê de rêk dixe.”

Ji 24ê Sibata 2022yan ve artêşa Rsyayê êrîş dike ser Ukraynayê, piştre Amerîka û welatên rojava çendîn sizayên cûrbicûr bi ser Moskowê de sepandin, herwiha liv û tevgera bazirganiyê li Ukraynayê bi temamî rawestiya û ji ber vî şerî, Kîevê nekarî benderên xwe ji bo hinardekirina genimê welatê xwe bi kar bîne.

Herwiha piştî êrîşên Rûsyayê, her roj bihayê enerjî û xurekê di zêdebûnê de ye, bi taybetî jî li welatên Yekîtiya Ewropayê.