Wezareta Samanên Sirûştî: Berhemanîna gazê li Kormorê didome

Birîkarê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî ragihand, dest bi lêkolîna êrîşa ser kêlgeha Kormorê kirine.

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî ragihand, dest bi lêkolîna êrîşa ser kêlgeha Kormorê kirine û berhemanîna gazê li kêlgehê didome.

Ehmed Muftî ji K24ê re ragihand, lêkolîna wan li ser êrîşa mûşekî ya li kêlgeha Kormorê ya li nahiya Qadir Kerem dest pê kir û tîma wezaretê diçe cihê bûyerê.

Muftî herwiha eşkere kir, berhemanîna gaza sirûştî li kêlgeha Kormorê didome.

Beriya niha, Rêveberê Nahiya Qadir Kerem Sidîq Mihemed ragihand, bi mûşekên katyoşa êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin û eşkere kir ku ti ziyanên canî tune ye.

Herwiha Wezareta Çavkaniyên Sirûştî di daxuyaniyekê de jî ragihand: “Vê êvarê di demjimêr 19:55an de êrîşeke mûşekî bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê de hat kirin, lê xweşbextane ti ziyaneke canî tune ye û bandor li ser proseya berhemanîna gaza sirûştî nekiriye.”

Wezaretê eşkere kir, ku ew bi tundî vê êrîşê şermezar dikin, ku jêrxana sivîl a Herêma Kurdistanê ji aliyê grûpên çekdar ên ji yasayan derketine, hatiye armanckirin.

Li gor datayên Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, di nava du mehên borî de çar car êrîşî kêlgeha Kormorê hatine kirin.