Hikûmeta Herêmê: Armanca êrîşa Kormorê têkdana aboriya Herêma Kurdistanê ye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa îşev a ser kêlgeha gazê ya Kormorê de daxuyanî da.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa îşev a ser kêlgeha gazê ya Kormorê de ragihand: “Em daxwazê ji hikûmeta federal dikin, ji bo sînordanîn û rêgirtina li dubarebûna van êrîşên terorîstî, rêkarên pêwîst bigre ber xwe.”

Cotyar Adil diyar kir, êrîşa ser kêlgeha gazê ya Kormorê ji aliyê milîs û grûpên çekdar ên derveyî yasayan ve hatiye encamdan.

Adil êrîşa ser kêlgeha Kormorê bi tundî şermezar kir û got: “Em ji hikûmeta federal daxwaz dikin, ji bo sînordanîn û rêgirtina li dubarebûna van êrîşên terorîstî, rêkarên pêwîst bigre ber xwe.”

Herwiha eşkere kir: “Armanca van destdirêjiyan, ku çendîn car in dubare dibin, têkdana asayîş û seqamgîriya hemû Iraqê û geşepêdana aboriya Herêma Kurdistanê ye.”

Îşev 25ê Tîrmehê, Rêveberê Nahiya Qadir Kerem Sidîq Mihemed ragihand, bi mûşekên katyoşa êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin û eşkere kir ku ti ziyanên canî tune ye.

Li gor datayên Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, di nava du mehên borî de çar car êrîşî kêlgeha Kormorê hatine kirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê û kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.