Wezareta Navxwe ji bo destûra çek merc datîne ber kompaniyên ewlehiyê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê rênimayên destûra çekan ji bo kompaniyên ewlehiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê rênimayên destûra çekan ji bo kompaniyên ewlehiyê belav kir, ku êdî karmednên kompaniya ewlehiyê nikarin çek hilgirin, tenê ji bo pasevanan destûra hilgirtina çekan tê dayîn.

Li gor rênimayên destûra hilgirtina çekan bo kompaniyên ewlehiyê, divê karmendên kompaniyan bi awayekî fermî werin damezrandin û damezrandina wan li Wezareta Navxwe pesendkirî be, destûra hilgirtina çek tenê dê ji wan karmendan re were dayîn ku karê ewlehiyê dikin.

Di rênimayan de hatiye: Divê ew çekê destûr jê re tê dayîn, tenê di dema erkê fermî yê karmendê kompaniya ewlehiyê de were bikaranîn û hilgirtin û bikaranîna çek li derveyî erkê pasevaniyê, weke bêdestûr tê hejmartin.

Herwiha hatiye eşkerekirin, nabe karmendên kompaniya ewlehiyê çekê pasevaniyê yê destûr hatiye dayîn, bibe derveyî sînorê erkê xwe.

Divê karmendên kompaniya ewlehiyê jî xwedî van mercên li jêr bin ji bo wergirtina çek:

1 – Karmendê kompaniya ewlehiyê temenê wî ji 28 salî kêmtir û ji 50 salî zêdetir nebe.

2 – Divê bi tawanekê nehatibe sizadan.

3 – Astengdar an nexweşiya wî ya derûnî tune be, divê kêşe di çavên wî de tune bin, bi awayekî ku nikaribe çek bi kar bîne bi piştgiriya rapora lijneya bijîşkî.

4 – Tijekirina forma destûra çek li ser zanyariyên karmendê kompaniya ewlehiyê.