Fuad Husên: Divê artêşa Tirkiyê ji Iraqê vekişe

Wezîrê Derve yê Iraqê: Hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê ne yasayî ye û ne bi daxwaza hikûmeta Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di rûniştina taybet û awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de daxwaz kir Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji axa Iraqê vekişîne.

Şeva borî Encûmena Asayişa Navdewletî de derbarê êrişa Tirkiyê li ser seyrangeheke geştyarî li parêzgeha Dihokê ya hefteya borî de, rûniştineke taybet û awarte li dar xist.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di rûniştinê de goterek pêşkêş kir got: “Roja Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022, artêşa Tirkiyê li havîngeha gundê Perexê yê li Parêzgeha Duhokê bi topan êrişî ser ax, serwerî û welatiyên Iraqê kir û canê welatiyên wê kir, di encamê de 9 welatiyên sivîl hatin kuştin, 33 sivîlên bêçek birîndar bûn, û ziyanên madî derketin.”

Fuad Husên got jî: “Me di nameya 21’ê Tîrmeha 2022’an de ya ji Encûmena we ya rêzdar re bi rê kiriye de, hûrgiliyên bûyerê diyar kirin. Iraq vê êrişa artêşa Tirkiyê ya li dijî sivîlên bêguneh û milkên sivîlan bi tundî şermezar dike. Ev êrîşeke leşkerî li dijî serwerî, ewlehî û yekparçeyiya xaka Iraqê ye û binpêkirin û xistina metirsiyê li ser aştî û ewlehiya navçê ye û binpêkirina perensîb û armancên Peymana Neteweyên Yekgirtî ye.”

Fuad Husên diyar kir ku “Piştî êrîşa leşkerî ya li ser xaka Iraqê, komîteyek niştimanî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di bin serokatiya me de hat avakirin ji bo lêkolînkirina vê êrîşê, ku delîl ji cihê êrîşê kom kirin. Di nav delîlan de perçeyên topên giran ên 155mm hebû ku artêşa Tirkiyê wê li herêmê bi kar tîne.”

Wezîrê Derve yê Iraqê got jî: “Em careke din li pêşberî civaka navdewletî hebûna neyasayî ya hêzên artêşa Tirkiyê li nava xaka Iraqê şermezar dikin. Her wiha em biryara Parlamentoya Tirkiyê ya di Cotmeha 2021’an de ya dirêjkirina destûra hebûna hêzên wê li Iraqê ji bo heyama du salan jî, şermezar dikin.”

Fuad Husê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, “Biryarekê bide ku ku Tirkiyê neçar bike hêzên xwe yên leşkerî ji hemû xaka Iraqê vekişîne.” Diyar kir jî, hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê ne yasayî ye û ne bi daxwaza hikûmeta Iraqê ye û ti rêkeftinên leşkerî û ewlehiyê di vê derbarê de jî nînin.

Her wiha Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaza kir ku biryara Encûmena Asayişê Hikûmeta Tirkiye neçar bike ku qurbanî û xelkê ziyan dîtine jî qerebû bike.