Li Bexdayê li dijî namzedê Serokwezîriyê xwepêşandan birêve diçe

Li dijî namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê, xwepêşandan birêve diçe.

Bexda (K24) – Li Bexdayê li dijî namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê, xwepêşandan birêve diçe.

Îro çarşemê 27ê Tîrmehê li dijî namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî bo postê Serokwezîrê Iraqê, li Bexdayê xwepêşandan dest pê kir.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, her ku diçe hejmara xwepêşanderan zêdetir dibe û xwepêşander gihîştin ber deriyê Devera Kesk.

Roja 25ê vê mehê, Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên Şîe ragihand, ku Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê dikin namzed, bi vê yekê jî liv û tevgera siyasiyan li Iraqê kete qonaxeke nû.