Blinken û Lavrov dê pêwendiyeke telefonî encam bidin

"Pêwendiya telefonî dê li ser danûstandina derbarê Ukraynayê de nebe."
Lavrov û Blinken
Lavrov û Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, ji destpêka şerê Ukraynayê ve cara yekem ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov dê bi rêya telefonê biaxive.

Îro çarşemê 27ê Tîrmehê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, di çend rojên bê de, piştî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve cara yekem bi Sergey Lavrov re dê pêwendiyekê encam bide.

Antony Blinken eşkere kir, azadkirina welatiyên Amerîkayê yên ku li Rûsyayê desteserkirî ne, dê bibe mijara sereke ya pêwendiyê.

Li gor nûçeyeke ajansa AFPê, Blinken ji rojnamevanan re diyar kiriye, pêwendiya wî ya ligel Lavrovê "dê li ser danûstandina derbarê Ukraynayê de nebe".

Blinken eşkere kiriye: “Me çend hefte berê, pêşniyareke guncaw pêşkêşî Rûsyayê kir ji bo hêsankariya azadkirina du welatiyên Amerîkayê yên desteserkirî.”