Artêşa Amerîkayê alîkariya hêzên Pêşmerge dike

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê pabendbûna Washingtonê bi asayîşa Herêma Kurdistanê bi dayîna çek û kelûpelên serbazî car din anî ziman.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê pabendbûna Washingtonê bi asayîşa Herêma Kurdistanê bi dayîna çek û kelûpelên serbazî car din anî ziman.

Di twîtekê de Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand: “Artêşa Amerîkayê alîkariya serbazî dide Pêşmerge.”

Herwiha eşkere kir: “Em dixwazin dilniya bibin ku hêzên Pêşmergeyê qehreman, ji bo şerê dijî DAIŞê, xwedî çek û kelûpelên serbazî yên pêwîst e.”

Washington tekezî li alîkariyên serbazî yên artêşa Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kiriye, ku "ji çend barên kelûpelên serbazî, otomobîl û pêwîstiyên din ên serbazî pêk tên".

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê eşkere kiriye, gihandina van alîkariyên serbazî, nîşaneya pabendbûna Washingtonê bi asayîşa Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê mebestê jî ji nêz ve ligel Wezareta Pêşmerge kar dikin.