Erebên li Efrînê hatine bicihkirin ji daxuyaniya Çavuşoglu ne razî ne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, ew dikarin li dijî PKKê piştgiriya siyasî bidin rejîma Sûriyê.
Dîmenek ji xwepêşandanê, wêne: SOHR
Dîmenek ji xwepêşandanê, wêne: SOHR

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebên ku ji deverên cuda yên Sûriyê hatine û li Efrînê hatine bicihkirin, ji daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ne razî ne û derketin kolanan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan  (SOHR) ragihand, koçberên li Efrînê bi cih bûne li dijî gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu xwepêşandan li dar dixin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 27ê Tîrmeha 2022yan beşdarî weşana taybet a TV100 bûbû û diyar kiribû ku beriya niha Tirkiyê li dijî PKKê ligel Îranê danûstandin kirine û gotibû: “Di vê mijarê de em ê bi her awayî piştgiriya siyasî bidin rejîmê jî (rêveberiya Şamê). Mafê rewa yê rejîmê ye ku li nav axa xwe rêxistineke terorê jinav bibe. Lê belê, ne rast e ku rejîm opozîsyona nerm jî weke terorîst bibîne.”

Piştî ku gotinên Mevlut Çavuşoglu di medyaya Sûriyê de deng veda, Erebên ku di vê dema krîza Sûriyê de li Efrînê hatine bicihkirin, li hember gotinên Çavuşoglu bertek nîşan didin.

Li gor nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, xwepêşanderan pankartên ku li ser wan li dijî hikûmeta Sûriyê dirûşm hatine nivîsandin, rakirine û li hember gotinên Çavuşoglu xwepêşandan li dar dixin.

Ev di demekê de ye, hikûmeta Tirkiyê li ser encamdana operasyoneke nû ya serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê gefan dixwe.