Çarçoveya Hevahengiyê pêşwaziyê li destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî dike

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina guftûgoyan derbarê rewşa niha ya Iraqê de, peyamek arasteyî aliyên Iraqî yên nakok kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de aliyên siyasî yên Iraqî yên nakok vexwandin li Hewlêrê guftûgoyan bi armanca çareserîkirina rewşa niha Iraqê de bikin, Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî li wê destpêşxeriyê kir.

Serkirdeyê de Çarçoveya Hevahengiyê de Ehmed Esedî li Twittera xwe ragihand, ew pêşwazî li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ji bo çareseriya qeyrana niha ya Iraqê li bingeha yasa, destûr û berjewendiya gel.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî 31ê Tîrmeha 2022an destpêşxeriyek derbarê rewşa niha ya Iraqê de kir û ragihand, Herêma Kurdistanê weke her car dê bibe beşek ji çareseriyê, ji ber wê em bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqê dikin ku bêne Hewlêrê, paytexta xwe ya duyem û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin, ji bo gihîştina bi têgihîştin û lihevkirinekê li ser bingeha berjewendiyê bilind ên welat.”

Ji ber nakokiyên aliyên siyasî yên Şîe li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, rewşa siyasî ya Iraqê zêdir aloz bûye. Piştî ku Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kir kandîdê xwe yê ji bo postê Serokwezîrê Iraqê jî, alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanan kirin û derbasî nava Navçeya Kesk a Bexdayê bûn.  Parlamentoya Iraqê jî du roj in di destê xwepêşanderên Sedir de ye.

Çarçoveya Hevahengiyê, ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.