Tevgera Sedir bang li alîgirên xwe dike xwepêşandanan li hemû parêzgehan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Sedir, Salih Mihemed El-Iraqî bang li alîgirên Tevgera Sedirê kir ku ji bilî parêzgeha Necefê, li hemû parêzgehan xwe pêşan bidin.

Wezîrê Sadir li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” bang li alîgirên Tevgera Sedirê kir û got, ji bo piştgiriyê bidin birayên xwe yên xwenîşander li Navçeya Kesk, li hemû parêzgehên Iraqê ji bilî Necefê, xwepêşandanên aştiyane bikin.

El-Iraqî ji alîgirên Tevgera Sedirê xwast ku li hemû parêzgehan demjimêr 17:00 de dest bi xwepêşandanan bikin.

Nakokiya li ser kî dê hikûmetê pêk bîne, di navbera hêzên Şîe de derketiye. Bi hezaran alîgirên Sedr derbasî Navçeya Kesk a Bexdayê û avahiya parlementoyê bûne û rê nedin dijberên wan yên Şîe hikûmeta nû ava bikin.

Muqteda Sedir duhî di peyamekê de bang li alîgirên xwe kiribû û gotibû: “Ev firsendeke mezin e ji bo guhertina bingehîn ya sîstema siyasî, destûr û hilbijartinan.”

Li hemberê jî aliyê Çarçoveya Hevahengiyê jî di daxuyaniyekê de bang li welatiyan kir ku îro demjimêr li ser riya diçe Pireya Daliqandî ya Bexdayê dest bi xwepêşandanê bikin.

Çarçoveya Hevahengiyê got jî, armanca ji xwepêşandanê, parastina dewlet, serwerî û saziyên wê yên destûrî ye û li ne li dijî ti kesî yan komekê ye.